Nêçîrvan Barzanî: Hinardeya Petrola Kurdistanê bo Tirkiyê di berjewendiya Iraqê de ye

18 February 2025 18:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Hinardeya Petrola Kurdistanê bo Tirkiyê di berjewendiya Iraqê de ye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 18ê Sibatê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ji bo Karûbarên Enerjiyê Beris Ekincî û şanda pê re kir.

Di daxuyaniya piştî civînê de hate ragihandin, “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di berjewendiya tevaya Iraqê de ye û fêdeyê dide budçeya giştî ya welat.”

Her du aliyan danûstandin li ser pêwendiyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û behsa alîkariyên hevpar di warê enerjî û birêvebirina avê de kirin û li ser bizav û pêngavên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.

Di civînê de, her du aliyan edilandina qanûna budçeya giştî ya Iraqê erênî nirxand ku rê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê xweş dike.Herwiha di vî warî de behsa rêkarên amadekariyan ji bo hinardekirina petrolê û fêde û encamên erênî yên wê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di berjewendiya tevaya Iraqê de ye û wekî fêdeyê dide budçeya giştî ya welat.”