Nêçîrvan Barzanî: Bexda di sandina petrola herêma Kurdistanê de wezîfa xwe nekir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser daweta serokwezîrê Almanya Olaf Scholz çû Almanaya û li Berlînê bi serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinan Nêçîrvan Barzanî ji bo medya Kurdistanê di derbarê seredana xwe de agahiyan da û tîşkê xist ser gelek mijaran. Barzanî got ku hukumeta Almanya dixwaze têkiliyên xwe bi herêma Kurdistanê û Iraqê xwurt bike. Barzanî got ku di mijara destpêkirina îxracata petrola Kurdistanê de Bexda wezîfa xwe bicîh neaniye û bi Ankara re têkiliyên Kurdistanê başin.
Nêçîrvan Barzanî di çarçova seredana xwe ya Almanya de piştî hevdîtina bi serowezîrê Almanya re, bi wezîra hevkariya aboriyê û geşepêdanê Svenja Schulze, bi wezîrê dewletê yê ji karên derve berpirs Tobias Lindner û bi sekeretera dewletê ya ji karên aboriyê û parastina kêşûhewayê berpirs bi Franziska Brantner re hevdîtin kir. Barzanî ji bo rojvamevanan weha ragihand:
“Seredana me ya Almanya li ser daweta serokwezîr çêbû. Me îro piştî nîvro hevdîtinekî baş kir. Di hevdîtinê de mijarên hevpar yên navbera Kurdistanê û Almanya hebûn. Me her weha behsa têkiliyên Almanya û Iraqê kir. Berlîn û Scholz di mijara pêşdebirina têkiliyên navbera Kurdistan û Iraqê de gelek samimiye. Em li ser mijarên siyasî û aborî axifîn”.
Barzanî got ku ew Scholz dawetî Iraqê û herêma Kurdistanê kirine û weha dewam kir:
“Me dît ku ew jî gelek girîngiyê dide têkiliyên navbera Kurdistan û Iraqê. Hatina me ya Almanya bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şiya es-Sudani re bi koordîne çêbû û di hevdîtinan de balyozê Iraqê yê Almanya jî her wext amade bû. Ez bawer nakim Bexda ji bo hevdîtinên weha pirsgirêkan derxe.”
Li ser mijara têkiliyên navbera PDK û YNK ê de Barzanî got ku têkiliyên her dû partiyan baş nînin lê ew çend xerab jî nînin. Di vê seetê de di navbera wan de civîn heye. Em hêvî dikin ku hevdîtin dewam bikin û bigihên encamekî. Yekîtiya Kurdan rewşa Kurdistanê li Bexda û derve xwurt dike. Armanca me ku em bi YNK ê re bigihên encamê. Li ser mijara îxracata petrola Kurdistanê jî Barzanî weha got:
“Îxracata petrola Kurdistanê hinek li ser Bexda û hinek li ser Ankara ye. Mixabin ji bo îxracata petrolê heya niha Bexda gava ku wê biavêta, heya niha neavêtiye.”
Barzanî ji bo rojnamevanan got ku heya niha di rewşa zor ya Herêma Kurdistanê de Almanya destekê daye Kurdistanê û weha dewam kir:
“Almanya daîma ji aliyê leşkerî, mirovî û aboriyê de destekê daye me. Îro jî serokwezîrê Almanya ragihand ku wê destekê bide herêma Kurdistanê û Iraqê û hem mijarê teyîd kir. Em li ser mijara IŞİD ê jî axifîn. Me got ku tehdîda IŞİD ê dewam dike û niha jî pêdiviya Iraqê bi destekê ya li dijî IŞİD ê heye.”
Li ser mijara heyiyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê Barzanî got:
“Amerîka li gor peymana ku bi Iraqê re çêkiriye li Iraqê ye. Di navbera Iraqê û Amerîka de peymana stretejîk heye û lewra Amerîka li Iraqê ye. Em jî dibêjin di vê rewşê de pêdiviya Iraqê bi desteka Amerîkayê heye. Heya niha temamê terefên Iraqê ji bo dewama desteka Amerîkayê ya li Iraqê hemfikrin.”
Li ser mijara têkiliyên Kurdistanê bi Tirkiyê re Barzanî got:
“Berya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî têkiliyên me bi Tirkiyê re hene. Em hêvî dikin ku roj bi roj tekiliyên Iraqê û Tirkiyê ber başbûnê de herin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin