Nêçîrvan Barzanî: Sandina mûçeyan ji bo têkiliyên Hewlêr û Bexda destpêkeke bas e

14 January 2024 22:27 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Sandina mûçeyan ji bo têkiliyên Hewlêr û Bexda destpêkeke bas e

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hevdîtinên xwe yên ku ev 2 roj in li Bexdayê pek tîne de daxuyaniyek da çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Barzanî diyar kir ku biryara Encûmena Wezîran a Iraqê ya şandina para mûçeyên Herêma Kurdistanê, ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e.

Barzanî got: "Me bi hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê re çcivînan pêk anî. Heta em li vê erdnîgariyê bijîn, divê ev civîn û hevdîtin normal bêne dîtin.

Derbarê naveroka hevdîtinan de jî, Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku du mijarên sereke yên van civînan hebûye; yek jê mijara para mûçeyên Herêma Kurdistanê û ya din jî pirsgirêkên ewlehiyê bûye.

Nêçîrvan Barzanî bi cih anîna hemû erken li hember Bexdayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gring nirxand û destnîşan kir ku divê Bexda jî bi heman awayî erkên xwe yên li hember Herêma Kurdistanê û parêzgehên din pêk bîne.

"Biryara şandina para mûçeyan destpêkeke baş e"

Nêçîrvan Barzanî di domîna axaftina xwe de got: "Çerçend ne di rojeva Serokwezîr (Mihemmed Şiya es-Sudani) de be jî, şandina para mûçeyên Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, destpêkek baş e."

Êrîşên balafirên bê mirov li ser Hewlêrê

Nêçîrvan Barzanî balê kêşa ser êrişên demên dawî yên dronî yên Herêma Kurdistanê ku ji alî komên milîşeyên şîa yên Heşdî Şabî û domand: “Êrîşa li Hewlêrê û binpêkirina serweriya wê, binpêkirina serweriya hemû Iraqê ye. Û ne pêkan e ku êrîş berdewam bikin. Di civînan de min helwesta Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal eşkere kir û got ku ev yek binpêkirina serweriya Iraqê ye."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê mijara taloqkirina hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê de jî got: “Hilbijartin zêde hatin bi paşxistin. Derengxistina zêde ya hilbijartinan wê bibe sedema gumana rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê.