Nêçîrvan Barzanî: Bila rewsa mûçeyan, perwerdehiyê neke qurbanî

22 October 2023 21:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Bila rewsa mûçeyan, perwerdehiyê neke qurbanî

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî Merasîma 14mîn a Derçûna Xwendekarên Zanîngeha Soranê bû.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir û pîrozbahî li xwendekarên derçûyî yên zanîngehê kir û ji bo hewilên wan destxweşî li mamosteyên zanîngehê kir.

Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe de bal kişand ser damezirandina Zanîngeha Soran a 2009an ku wan hêvî dikir bi sedan law û keç di gelek waran de bibin pispor û wekî îro jiyaneke nû ava bikin.

Nêçîrvan Barzanî di dewama axaftina xwe de got, “Biryara damezirandina Zanîngeha Soranê beşeke ji projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Niha jî hikûmetê bi avakirina rêveberiyeke serbixwe ya li Soranê  nîşan da ku ew girîngiya bi herêmê dide.

Ez ji bo hewilên dabinkirina elektrîk, av û avadaniyê û ji bo gavên ku di gelek waran de hatine havêtin, spasiya rêveberiya Soran dikim. Ez ê her tim ji rêveberiya Soranê re piştevan bim.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêşketina li herêmê bi saya bedelên gelê Soran û şehîdan bûye û got, “Îro em wan bi rûmet û serbilindiyeke mezin bi bîr tînin.”

“Hikûmet, di nav danûstendinan de ne”

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re di nav danûstandinên cidî de ye û got,

“Em ji bo helwesta wî ya berpirsyar spasiya hikûmeta Sûdanî dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de me hemû niyeta xwe ya baş nîşan daye. Em hêvîdar in em bigihîjin çareseriyekê ku li ser esasê destûrê û di berjewendiyê hemû Iraqê de be.

 Ji bo nehiştina nakokiyên siyasî û çareserkirina pirsgirêkan pêwîste hemû aliyên siyasî û pêkhateyên siyasî bi têgihiştineke hevbeş werin cem hev. Maf û destkeftiyên me yên destûrî tenê bi yekîtiyê dê bên parastin.”

Serokê Herêma Kurdistaê, di derbarê mamostayên ku ji ber mûçeyê wan nayê dayîn û tevlî xwepêşandanan dibin jî got ku

“Em rewşê ji nêz ve dişopînin. Hûn dikarin dilniya bin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serastkirina rewşê gelek kar dike. Em ji mamostayan dixwazin ku deriyên dibistanan negirin û sektora perwerdeyê nekin qurbaniya rewşê.”