Nêçîrvan Barzanî: Em girîngiyê didin têkiliyên bi Urdunê re

03 August 2023 22:12 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em girîngiyê didin têkiliyên bi Urdunê re

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê cîgirê yekem yê serokê parlementoya Urdunê Ahmed Glayla û bi heyeta pê re qebûl kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; heyeta Urdunê ji bo têkiliyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re pêşde bibin û hevkariya xwe zêdetir bikin seredana Kurdistanê kirine.

Nêçîrvan Barzanî seredana heyetê wek nîşana desteka mayînde ya Urdunê ya ji bo Iraqê û Kurdistanê nîşan da. Barzanî her weha ji bo desteka qralê Urdunê Abdullahê II.em ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê sipasiya wî kir.

Ahmed Glayla ji bo rola di têkbirina IŞİDê de sipasiya Herêma Kurdistanê kir û ji pêşdeçûna Herêma Kurdistanê heyraniya xwe ragihand. Glayla behsa desteka Urdunê ya ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di sehayên tenduristî, tûrîzm, çand, perwerdê, bazirganî sektorên guherînê de hevkariyê bi rizamendî pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de rewşa herêmê û berjewendiyên hevpar mijarên wan yên dinan bûn. Berya hevdîtina serokê Herêma Kurdistanê, heyeta Urdunê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin kiribû.