Amerîka: Em hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hilbijartinan han didin

02 April 2024 10:32 0 dîtin
Amerîka: Em hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hilbijartinan han didin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka hewlên lidarxistina hilbijartinên azad, dadmend û bawerpêkirî li Herêma Kurdistanê dide.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniya xwe ya derbarê hilbijartinên meha Hezîranê de got, "Em têdigihin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Iraqî li ser gavên bê (hilbijartinê) difikirin.

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski jî duh li ser hesabê xwe yê Xê ev tişt parve kir: “Serok Mesûd Barzanî eşkere kir ku wan bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re behsa girîngiya hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirine.”

Romanowski got: "Min PDK han da ku bi hemû partiyên Kurdistanî û Bexdayê re bixebite da ku di demek nêzîk de hilbijartinên şefaf û dadmend bên dabînkirin."