Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê li ser peywendiyên dualî axivîn

29 January 2025 14:05 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê li ser peywendiyên dualî axivîn

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê, Daniel Rubinstein kir. 

Di civînê de, mijarên sereke yên ku hatin axaftin ev bûn: Peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de yên li gel DYEyê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêvajoya avakirina hikûmetê li Herêma Kurdistanê, reformên di nava hêzên Pêşmerge de, herweha pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn. 

Hate diyarkirin ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê jî di civînê de hazir bû.