Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Amerîkayê bi Tueller re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sefîrê Amerîkayê yê Bexdayê bi Matthew Tueller û heyeta pê re civiya. Li gor ragihandina nivîsîngeha serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de li ser babeta ‘Diyaloga Stratejîk’ ya hefteya borî ku di navbera Amerîka û Iraqê de çêbû û li ser têkiliyên dahatûyê yên di vê çarçoveyê de axifîn.
Her dû teref li ser daxwazên Herêma Kurdistanê, Iraqê û Amerîkayê, li ser berjewendiyên hevbeş bo pêşdebirina têkiliyan hemfikir mane. Di hevdîtinê de her weha konsolosê Amerîkayê yê Hewlêrê Robert Waller jî amade bû.
Her dû teref li ser seredana serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bo Bexdayê ya bo 3 rojan rawestiyan û fikra xwe ya hevbeş ya bo dahatûyeka baştir, di nav pêkhateyan de bo aştî û hevkarî çêbibe, beyan kirin.
Her dû teref beyan kirine ku erêkirina budçeya sala 2021 ê ya di parlementoya Bexdayê de pêngavekî başe û hemfikir mane di çarçoveya destûra Iraqê de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çarserkirin.
Têkoşîna li hemberê Kovid-19 ê, pêvajoya aşîkirinê, hilbijartinên li Iraqê bênkirin û rewşa giştî ya herêmê mijarên her dû terefan bûn ku li ser wan axifîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin