Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller kir

02 June 2020 17:11 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Sêşemê li Baregeha xwe ya li Selaheddînê, pêşwazî li Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihand ku dii hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û hewlên dawî yê pêkanîna Hikûmetê li Iraqê û peywendiyên Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatiye kirin.

Herwiha herdu aliyan ronahî xistin ser serhildana tevgerên DAIŞê û girift û kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û meseleya koçberan.

Hat diyar kirin ku Balyozê Amerîka rola erênî ya Serok Barzanî di wan meseleyan de û li rûyê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.