Balyozê Amerîkayê nameya Joe Biden gihand destê Nêçîrvan Barzanî

30 March 2022 17:35 0 dîtin
Balyozê Amerîkayê nameya Joe Biden gihand destê Nêçîrvan Barzanî

PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller îro serdana Herêma Kurdistanê kir û nameya Serokê Amerîkayê Joe Biden radestî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 30yê Adarê li Hewlêrê pêşwazî Balyozê Amerîkayê yê Iraqê Matthew Tueller kiriye û balyozê Amerîkayê nameya Serokê Amerîka Joe Biden gihandiye destê Nêçîrvan Barzanî ku tê de tekeziyê li piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Krdistanê dike.

Herwiha herdu aliyan di civînê de, rewşa siyasî ya li Iraqê, pêngavên proseya siyasî û civînên parlamentoya Iraqê, rewşa Herêma Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşbîniyên wan ji bo dahatuya proseya siyasî li Iraqê hatin gotûbêj kirin.