Joe Biden, namzediya xwe ya Serokatiya Amerîkayê ragihand
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ji bo hilbijartinên ku dê sala bê li Amerîkayê bên kirin, ew ê car din bibe namzedê Serokatiya Amerîkayê.
Joe Biden, agahiya ku dê car din bibe namzedê Serokatiya Amerîkayê, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bi raya giştî re parve kir.
Biden di peyama xwe de got,
"Ji bo her nifşekê, demek heye ku ew neçar in ji bo demokrasiyê rabin ser lingên xwe. Ji bo azadiya xwe ya bingehîn, rabûna ser piyan e. Ez bawer dikim ku ev ya me ye. Ji ber vê yekê ez ji bo careke din wekî Serokê Amerîkayê, namzediya xwe car din datînim. Werin tevlî me bibin, em vî karî bi dawî bikin.”
Her wiha li gorî rapirsiyên ku li Amerîkayê li ser hilbijartinên Serokatiyê tên kirin, tê amajekirin ku beşeke girîng ji hilbijêrên Demokrat, ji ber temenê wî yê mezin naxwazin ango tê diyarkirin ku ji % 51ê Demokratan, naxwazin Biden careke din bibe namzet.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin