Trump namzediya xwe ji bo Serokdewletiya Amerîkayê ragihand
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump do Sêşemê diyar kir, ew ê di sala 2024an de ji bo cara sêyem bibe namzedê Koşka Spî.
Li gor zanyariyan, Donald Trump ê ku di sala 2020an de bi tundî êrîşî hilbijartinên 2020an kiribû, belgeyên xwe yên namzediyê ji bo hilbijartinên 2024an pêşkêş kirin.
Serokê berê yê Amerîkayê Trump li baregeha xwe ya li Florida bi alîgirên xwe re eşkere kir: “Ji bo Amerîka dîsa mezin bikin, ez îşev namzediya xwe ya ji bo Serokdewletiya Amerîkayê radigihînim.”
Herwiha Trump bi tundî rexne li serokê niha Joe Biden girt û ew tawanbar kir ku di ber “derketina Amerîkîyan ji Afganîstanê û hiştina alavên bi mîlyaran dolaran li wir” de berpirs e.
Trump destnîşan kir: “Eger ez serok bûma, wê şerê Ukraynayê çênebûya”
Trump da zanîn, 236 namzedên wî di hilbijartinên navdemê de bi ser ketin û tenê 22 ji wan têk çûn, lê wî got, divê performansa Komariyan di hilbijartinên Senatoyê de baştir bûya.”
Herî dawî Trump ji alîgirên xwe re got: “Ez piştrast dikim ku wê Biden 4 salên din nemîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin