Trump ragihand | Amerîkayê artêsa Îranê bi fermî xist nav lîsta terorê

08 April 2019 19:10 0 dîtin
Trump ragihand | Amerîkayê artêsa Îranê bi fermî xist nav lîsta terorê

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi fermî Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê xist nav lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî.

Li ser navê Serokê Amerîkayê Donald Trump Koşka Spî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Amerîka wekî rêxistineke terorîstî pênaseyê li artêşa Îranê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê bi biryara Donald Trump Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê li lîsteya terorê ya Amerîkayê bê zêdekirin, ji ber ku alîkariyê dide terorê.

Herwiha hat destnîşankirin ku hêza Quds a Qasim Suleymanî fermandariya wê dike jî ketiye nav lîsteya terorê û hat diyarkirin, Îran serkêşa kampanyayên terorê li cîhanê dike.

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf beriya niha li ser nûçeyên xistina lîsta terorê ji Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî xwestibû, ew jî leşkerên Amerîkayê bixin nav lîsteya terorê.