Artêsa Îranê ragihand ku li Sûriyê 8 endamên wan hatine kustin

29 November 2023 01:37 0 dîtin
Artêsa Îranê ragihand ku li Sûriyê 8 endamên wan hatine kustin

PeyamaKurd – Artêşa Îranê ragihand ku cesedên 8 leşkerên xwe ji Sûriyê birine Îranê. 8 leşkerên ku li Sûriyê hatin kuştin ne diyare kengê hatine kuştin û li ser cesedên wan piştî ku testa DNAyê hatiye kirin, tesbîta nasnama wan hatiye kirin.

Artêşa Îranê negot bê 8 leşkerên wan kengê hatine kuştin. Lê cenazên wan piştî demekî dirêj paşî hatiye dîtin. Xwuyaye ku ji zû de hatine kuştin lewra nasnama wan bi testa DNAyê tesbît bûye.

4 ji leşkeran ji Tehranê ne û her 4 ên din ji Gulîstan, Gîlan, Qazwîn û Kirmaşanê ne. Di daxwuayniya artêşê de hat gotin ku wê cenazeyan bibin bajarê Meşhedê ser tirba Îmam Rizayê ku îmamê 8em yê Şî’aye û merasima wam bikin. Paşî jî bişînin memleketên wan.

Îran ji sala 2011an heya niha hukumeta Sûriyê destek dike û serokê Enstîtuya Şehîdan ya Îranê Muhammed Ali Şahidi, di 22yê Mijdar a 2016 de ragihandibû ku heya wê rojê li Sûriyê ji 1000î zêdetir leşkerên Îranê li Sûriyê hatine kuştin.