Hat ragihandin ku Îsraîl li Sûriyê operasyon kiriye û 2 fermandarên Îranê revandiye

13 September 2024 00:03 0 dîtin
Hat ragihandin ku Îsraîl li Sûriyê operasyon kiriye û 2 fermandarên Îranê revandiye

PeyamaKurd – Di 9ê Êlûnê de, balafirên şer yên Îsraîlê li bajarê Hama ya Sûriyê, li bajarokê Masyafê, êrîşa hewayî pêkaniye. Televîzyona Sûriyê ragihandiye; devera ku Îsraîlê lê operasyon kiriye, 2 an 4 fermandarên Îranî ji aliyê leşkerên Îsraîlê de hatine revandin û wan birine Îsraîlê. Di êrîşê de 15 fuzeyên xessas bikaranîne.

Li gor ragihandina TV ya dewletê ya Sûriyê; piştî bi balafiran li deverê xistine, komandoyên Îsraîlê bi 3 helîkopteran operasyonê kirine, 2 helîkopter wan parastine û helîkopterekî komandoyan bi benan daniye erdê û zabitên Îranî di avahiya ku Îran bikartîne, esîr girtine.

Ciyên ku di ber êrîşa leşkerên Îsraîlê de bûne; Navenda Lêkolîna Zanistî yê Masyafê, devera Şêx Gadaban û rêya Wadi El Uyun bûne. Tê gotin ku li Masyafê avahiya bikatînin ji bo pêşdebirina çekane.