Îsraîlê ragihand ku Îranê ji Sûriyê êrisî wê kiriye
PeyamaKurd - Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ji Sûriyeyê qedera 20 roket avêtin baregehên li Girên Golanê yên di bin dagiriya Îsraîlê de.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin hemû roketên ku hatin berdan, ji aliyê pergala berevaniya asîmanî ya Îsraîlê Qubeya Hesin va hatin jinavbirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişê de kes nemir an jî birîndar nebû û wiha hat dewamkirin:
"Ji bo artêşa Îsraîlê ev, bûyereke girîng e û ji ber hindê jî artêşa Îsraîlê ji senaryoyên cuda re amade ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin