Berpirsê Ofîsa Ragihandina Sûriyê: ‘Pûtîn bersiva Esed neda, Îranê jî nekarî balafirê rake’

05 January 2025 11:00 0 dîtin
Berpirsê Ofîsa Ragihandina Sûriyê: ‘Pûtîn bersiva Esed neda, Îranê jî nekarî balafirê rake’

PeyamaKurd - Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Sûriyeyê Kamel Seqir, agahiyên nû derbarê bûyerên dawiyê yên beriya rûxandina rêjîma Beşar Esed de eşkere kirin.

Seqir di podkasta platforma “Mezîj” de gotiye: “Rûsya bersiv neda daxwazên Beşar Esed yên ji bo bikaranîna baregeha asmanî ya Himêmîmê, ji bo şandina alîkariyên leşkerî yên Îranê ji artêşa Sûriyê re, piştî ketina Helebê.”

Seqir diyar kiriye, Esed di heyama 3 rojên berî 8ê Kanûnê de, roja kontrolkirina Şamê ji aliyê opozisyonê ve, nekarîye pêwendiyê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bike û gotiye, “Îraniyan ji Esed re got, wan garantî wernegirtine ta ku bikarin balafirên Îranê derbasî baregeha Himêmîmê bikin û nekarîne derbasî esmanê Iraq û Sûriyeyê derbas bibin... Rûsyayê bersiva Esed li ser daketina balafirên Îranê li baregeha Himêmîmê neda.”

Seqir daye zanîn, Îraniyan gotiye ku Amerîkiyan gefa xistina balafira ku ji Îranê derbasî asmanê Iraqê bûye ta ku ber bi baregeha Himêmîmê biçe xwariye û ew balafir neçar kirine ku vegere.

Rêveberê Ofîsa Ragihandinê di Serokatiya Sûriyeyê gotiye, rewşa dezgeha leşkerî ya Sûriyeyê berî ketina Helebê xirab bû û nekarî şer bike, ligel wê jî rewşa aborî jî têkçûyî bû.

Seqir teqez kiriye, aliyê Iraqî di 6ê Kanûnê de ji Sûriyeyê re ragihand ku Tirkiye niha her diyalogekê bi Beşar Esed re red dike.

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Sûriyeyê Aleksander Lavrentiev jî hewl da ku Esed razî bike ku ligel Erdogan rûne, lê Esed red dikir.

Seqir destnîşan kir, redkirina Esed ji bo rûniştina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re li ser daxwazên Rûsyayê, li aliyê rûsî xweş nedihat.