Çînê banga rawestandina operasyonên Sûriyê, li Tirkiye û Îsraîlê kir
PeyamaKurd – Cîgirê Nûnerê daîmî yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Çînê Geng Şuang, bangewazî li Tirkiye û Îsraîlê kir ku operasyonên xwe yên li ser erda Sûriyeyê demûdest rawestînin.
Geng Şuang ji medya rûsî RIA Novosti re axivî ye û gotiye, "Pêwîste em bi rijdî serwerî û yekparçebûna xaka Sûriyeyê biparêzin.”
Li gorî nûçeyê Geng daye xuyakirin ku çalakiyên Tirkiye û Îsraîlê binpêkarî û metirsiyeke mezin li ser serwerî û yekparçebûna Sûriyeyê dikin û dê ev yek bibe sedem ku krîza li Sûriyê berbelavtir û kûrtir bibe.
Herwiha rayedarê Çînê Geng banga demûdest rawestandina êrîşên Tirkiye û Îsraîlê yên bi ser Sûriyê de kiriye û gotiye, ew ji ber wan çalakiyan xwedî fikarên kûr in.
Hêjayî gotinê ye, Îsraîl bi rêya operasyonên asmanî gelek caran êrîşan li ser erda Sûriyeyê dibe ser komên milîsên Îranî ku heta niha Rûsyayê ji bo wan êrîşan dengê xwe nekiriye.
Li aliyê din Tirkiyê jî ji hefteya borî ve êrîşeke mezin a asmanî û topbaranan bi ser hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de daye destpêkirin ku amadekariyên xurt bo operasyoneke bejahî jî hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin