Çînê banga Sûriyê kir: Divê xelk di biryara xwe de serbixwe be

13 December 2024 23:20 0 dîtin
Çînê banga Sûriyê kir: Divê xelk di biryara xwe de serbixwe be

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi, ragihand ku ji bo aştiya li Sûriyê bibe, ji bo ji nûh de Sûriye ava bibe, lîdertiya xelkê Sûriyê girînge, hem di asta navdewletî de ji bo rêz li desthilata Sûriyê bigrin û divê givaşên li ser sûriyê rabin.

Wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi, piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Misrê bi Bedir Abdulati re daxwuyaniya xwe da.

Vang Yi, bang kir ku bihêlin bila xelkê Sûriyê bi serê xwe biryara xwe bide. Vang ragihand ku piştî çûna Beşar Esad pêwiste li Sûriyê di wextekî kurt de, ji nûh de ava bibe.