HSDê banga Sûriyê ku dibêje ‘tevlî artêsê bibin’ red kir: Divê statûyeke taybet were dayîn

31 October 2019 11:05 0 dîtin
HSDê banga Sûriyê ku dibêje ‘tevlî artêsê bibin’ red kir: Divê statûyeke taybet were dayîn

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) banga Sûriyê ya dibêje ‘tevlî artêşê bibin’ red kir û diyar kir ku divê statûyeke taybet bo HSDê were dayîn ku ew ji aliyê siyasî û binyadî ve bê parastin.

Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) banga Sûriyê ya dibêje ‘tevlî artêşê bibin’ red kiriye û diyar kiriye ku divê statûyeke taybet bo HSDê were dayîn ku ew ji aliyê siyasî û binyadî ve were parastin.

Rejîmê bang li HSDê kiribû ku ji bo şerê dijî Tirkiyê tevlî nav artêşê bibin

Wezareta Berevaniya Sûriyê bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku demek berê ji bo parastina sînoran li hev kiribûn kir ku beşdarî nav artêşa Sûriyê bibin û li dijî Tirkiyê li ligel hev şer bikin.