Rejîma Sûriyê banga hilbijartinê li HSDê kir: Eskere bû girêdayî Amerîkayê ne!

25 May 2021 16:22 0 dîtin
Rejîma Sûriyê banga hilbijartinê li HSDê kir: Eskere bû girêdayî Amerîkayê ne!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, piştî ku Rêveberdiya Xweser beriya hilbijartinên 26ê Gulanê derîyên xwe bi ser herêmên rejîmê de girtin, daxuyaniyek da.

Feysel Mîqdad ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bang kir ku rê bide hilbijartinên serokatiya Sûriyê li herêmên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de bên lidarxistin û xelk biçe ser sindoqan ji bo hilbijartina serokomarê Sûriyê.

Fêysel Miqdad rexne li qedexekirina lidarxistina hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin kontrola Rêveberiya Xweser kir diyar kir ku îspat bû ew girêdayî Amerîkayê û hêzên biyanî ne.

Miqdad bang li rayedarên HSDê kir û ragihand, eger xwe Sûrî dibînin û navê demokrat li xwe kirine, divê rê bidin ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li herêmên wan bên lidarxistin.