Li Siwêdayê banga boykota hilbijartinên 15ê Tîrmehê yên Sûriyê

21 June 2024 20:01 0 dîtin
Li Siwêdayê banga boykota hilbijartinên 15ê Tîrmehê yên Sûriyê

PeyamaKurd - Li gund û bajarokên parêzgeha Siwêda ya Sûriyê xwepêşandan hatin lidarxistin û banga boykotkirina hilbijartinên Meclîsa Nûneran kir.

Xelkê Siwêdayê û yên gundewarên wê li Qada Keramê ya li naverasta bajêr kom bûn û beşdarî xwepêşandana protestoyî bûn.

Malpera Siwêda 24 ragihandiye, xwepêşander li bajarokê Qerya jî li pêş peykerê Sultan Başa El Etreş kom bûne da ku beşdarî xwepêşandana li Qada Rûmetê bibin.

Rûniştvanên bajêr û gundewarên wê hilbijartinên Meclîsa Nûneran ên 15ê Tîrmehê boykot dikin.