Rojava | Biryara boykota hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê hat dayîn

14 July 2024 10:08 0 dîtin
Rojava | Biryara boykota hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê hat dayîn

PeyamaKurd - Hikumeta Şamê amadekariya lidarxistina hilbijartinên qanûnsaz ˊhilbijartinên Meclisa Nûneranˊ di 15ˊê Tîrmehê de dike.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku dishaltdara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, ji bo hilbijartinên 15ê Tîrmehê yên hikûmeta Şamê bo Parlamentoya Sûriyê ya Qanûnsaz daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku ew dê hilbijartinan boykot bikin û bang li tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk jî kir beşdarî hilbijartinan nebin.

Di daxuyaniya MSDê de wiha hatiye gotin:

"Di nava krîza Sûriyeyê û girêkbûna wê ya zêde de, her wiha desthilata Şamê niyeta xwe ya lidarixstina hilbijartinên qanûnsaz di 15ˊê Tîrmehê de ragihand. MSDˊê dibîne ku ji erka wê ya nîştimanî ye, helwesta xwe bi awayekî fermî li hember vê yek nîşan bide.

Em hilbijartinên qanûnsaz boykot dikin. Em bang li gelê Sûriyeyê, tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk dikin ku beşdar nebin. Em girîngiyê didin çareseriya siyasî ya giştî ya xwe dispêre biryara 2254ˊan. Ji ber ku ew biryar rêya çareserkirina krîza Sûriyeyê û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê ye. Em girîngiyê didin diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ku bingehîna her çareseriyeke siyasî ya mayînde ye ku berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan misoger dike.”