Rojava | Biryara hilbijartinên saredariyan cardin hat dayîn

05 September 2024 19:37 0 dîtin
Rojava | Biryara hilbijartinên saredariyan cardin hat dayîn

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ku biryar dabû 11ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan li dar bixe û piştre hem ji ber zextên Tirkiyê hem jî ji ber kêmasiyan hilbijartin bipaş xistibû, careke din biryara lidarxistina hilbijartinan da.

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser derbarê lidarxistina hilbijartinên şaredariyan daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji deverên jêr kontrola rêveberiyê kir amadekariyên pêwîst bikin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hat gotin: “Ji bo ku li gorî pêwîstiyê amadekariyên pêwîst ji bo hilbijartinên şaredariyan bên kirin, Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîsyonên kantonan ên li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re destûr dide ku li gorî rewşa her parêzgehekê di dema ku ew guncaw dibîne, li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan kar bikin.”

Çi bûbû?

Rêveberiya Rojava biryar dabû 11ê Hezîranê hilbijartinên herêmî bên kirin. Lê belê Tirkiyeyê piştî vê biryarê êrîşên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kiribûn û ji bo hilbijartin neyên kirin gef xwaribû.

Herwiha Amerîkayê jî ji ber nebûna şert û mercên guncaw ji Rêveberiya Xweser xwestibû ku lidarxistina hilbijartinan bipaş bixe.

Li aliyê din partiyên ENKSê jî biryara boykota hilbijartinan dabûn.

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin û wê li 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê kiribûn.