Daxuyaniya Amerîkayê ya li ser hilbijartinên Rojava
PeyamaKurd — Wezareta Derve ya Amerîkayê helwesta xwe ya li dijî hilbijartinên herêmî yên li Rojava dubare kir û ragihand ku ji bo hilbijartin bi awayekî azad û adil bên lidarxistin, şert û mercên pêwîst pêk nehatine.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got: "Amerîka dinirxîne ku şert û mercên pêwîst ji bo lidarxistina hilbijartinên azad, adil, zelal û berfireh pêk nayên, di nav de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."
Miller anî ziman ku DYA piştgiriyê nade banga rêveberiya Rojava ya li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a ji bo destpêkirina amadekariyên hilbijartinên şaredariyan.
Roja hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Rojava weke 11’ê Hezîranê hat diyarkirin. Lê belê piştî ku Tirkiyeyê bertek nîşanî hilbijartinan da û gefa destpêkirina operasyona li dijî Rojava xwar, hilbijartin heta meha Tebaxê hatin taloqkirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku desteya rayedar a Rojava ye, diyar kir ku biryara paşxistina hilbijartinê bersivek e li ser daxwazên aliyên siyasî yên beşdarî hilbijartinan bûne û wiha got: “Hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk bên." Rêveberiya Rojava di 5ê Îlonê de ji komîsyona hilbijartinê re talîmat da ku dest bi amadekariyên hilbijartinên taloqkirî bike û rojek diyar bike.
Meha borî hin çavkaniyan ragihandin ku rayedarên Rojava li ser paşxistina hilbijartinan bo demeke nediyar difikirin. Waşîngtonê yekem car di dawiya meha Gulanê de dijberiya xwe li hember hilbijartinan nîşan da.
Li 7 kantonan wê sindoq bên danîn
Ger Rêveberiya Xweser a Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) hilbijartinan pêk bîne, dê hilbijêr li 7 kantonan biçin ser sindoqan.
Li 6 bajarên mezin, 40 bajarok û 105 bajarokên Kantona Cezîrê, Kantona Dêrezorê, Kantona Reqayê, Kantona Firatê, Kantona Minbicê, Kantona Efrîn-Şehba û Kantona Tebqayê dê welatî biçin ser sindoqan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin