Amerîkayê nêrîna xwe ya bo hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê eskere kir
PeyamaKurd – Çend roj berê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê piştî ku du meh berê hilbijartinên xwecihî paş xistibûn, cardin ji bo amadekariyên hilbijartinan kete tevgerê. Rêveberiyê daxwazi ji bajar û bajorên jêr kontrola xwe kir ku amadekariyên hilbijartinê temam bikin.
Li mijarê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, nerîna wan a derbarê lidarxistina hilbijartinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) nehatiye guhartin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir, nerîna wan nehatiye guhartin û ew ne bi lidarxistina hilbijartinên şaredariyan yên wan navçeyan re ne.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Amerîkayê ragihandibû, her hilbajrtineke li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bê pêkanîn, divê li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî be û niha jî şert û merc ne guncav in.
Ev sê car in hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê têne paşdaxistin ku biryar bû cara pêşî di meha Tebaxê de werin lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin