Ji Tirkiyê daxuyaniya SÎHA ya ku Amerîkayê li Rojava xistiye xwar!

12 October 2023 18:50 0 dîtin
Ji Tirkiyê daxuyaniya SÎHA ya ku Amerîkayê li Rojava xistiye xwar!

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiye (MSB) derbarê balafira bêmirov SÎHA ya ku çend roj berê ji aliyê Amerîka ve li Rojavayê Kurdistanê hatibû xistin de, daxuyanîyeke nû belav kir.

Di daxuyaniyê de, li îdiayên ku balafira Amerîka ya SÎHA ya Tirk xistiye ji baregeha Încîrlîk-Edene ya li Tirkiyeyê rabûye hate gotin, “Ev bi temamî spekulasyon e, rewşeke wiha ne mimkun e. Balafir ji Urdinê rabûye.”

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê piştî êrîşa bombeyî ya Enqereyê ku PKKê girtibû ser xwe, 5ê Cotmehê êrîşên berfireh ên asmanî li Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin ku balafireke bêmirov a Tirkiyeyê jî dema nêzî hêzên Amerîkî bûbû, hatibû xistin.