Ji Tirkiyê daxuyaniya pasxistina hilbijartinên Rojava: Me dîplomasiyeke xurt mesand!

06 June 2024 17:38 0 dîtin
Ji Tirkiyê daxuyaniya pasxistina hilbijartinên Rojava: Me dîplomasiyeke xurt mesand!

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê piştî ku Rêveberiya Xweser hilbijartinên herêmî yên deverên jêr kontrola xwe bo meha Tebaxê bipaş xist daxuyaniyek belav kir.

Berpirsekî bilind ê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandiye ku ew hewlên xwe yên bo ‘qaşo hilbijartinan’ û ji bo hewldanên yekalî yên nerewa berdewam dikin û peyamên xwe jî didin hemû aktoran.

Li gorî medya Tirkiyê, ji bo lidarnexistina hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê hikûmeta Tirkiyê dîplomasiyeke xurt meşandiye.

Çavkaniyên dîplomatîk ên wezaretê diyar kirine ku wan ji destpêkê ve gotiye ‘hilbijartin nemeşrû ne’ û ji bo astengkirina wan li ser hemû aktoran û saziyên navdewletî dîplomasî hatiye kirin.

Herwiha hatiye gotin ku hilbijartin li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 a ji bo çareseriya krîza Sûriyê hatiye derkirin e û hişyarî hatiye dayîn ku wê hilbijartin bibe sedema tundî û nearamiyê li herêmê.

Hêjayî gotinê ye, îro 6ê Hezîranê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, bi biryarekê ragihand ku hilbijartinên herêmê ji bo meha Tebaxê hatine paşxistin û wekî sedem jî daxwazi aliyên siyasî yên herêmê hate nîşandan.