Daxuyaniya Amerîkayê li ser êrîsên li dijî Rojava!
PeyamaKurd – Di daxuyaniya xwe ya derbarê operasyonên leşkerî yên li ser Rojava de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, “Amerîka ji kiryarên leşkerî yên li Bakurê Sûriyê bi fikar e, bi taybetî yên ku bandorê li sivîlan dikin û binesaziyên sivîlan dikin armanc.”
Matthew Miller bal kişand ser wê yekê ku helwesta Amerîkayê ya li hemberî Rojava neguheriye û got, "Amerîka ji bandora operasyonên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê li ser sivîlan, bi taybetî hedefgirtina binesaziyên sivîl û bandora wê ya li ser operasyonên me yên ji bo têkbirina tevahî DAIŞê, nîgeran e."
Berdevk Matthew Miller diyar kir, divê hêzên li herêmê rêzê li herêmên ku agirbest lê pêk hatiye rêz bigire û got, "Ji bo ku li Sûriyeyê îstiqrar bê misogerkirin û bi hev re kar bikin, girîng e hemû alî rêz li herêmên agirbestê bigirin û biparêzin. çareseriya siyasî ya vê krîzê."
Piştî êrîşa bombeyî ya 1ê Cotmehê ya li Enqereyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan eşkere kir, ev êrîş ji Rojava hatine û diyar kir, wê tesîsên hilberîna enerjiyê û binesaziyên li Rojava bibin hedef.
HSDê daxuyaniyên ku kiryarên êrîşê ji Rojava derbasî Tirkiyeyê bûne red kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin