Cezayîr bi sedema biryara li ser Sehra Rojava balyozê xwe yê Parîsê pasde kisand

30 July 2024 23:00 0 dîtin
Cezayîr bi sedema biryara li ser Sehra Rojava balyozê xwe yê Parîsê pasde kisand

PeyamaKurd – Cezayîr, bi sedema biryara Sehra Rojava balyozê xwe yê Parîsê paşde dikşîne. Sedema Cezayîr balyozê xwe yê Parîsê paşde dikşîne, ewe ku Fransa çareseriya doza Sehra Rojava di bin desthilata Fasê de, destekê dide otonomiya Sehrayê.

Wezareta karên derve ya Cezayîrê bi nivîskî ragihand ku Cezayîr biryarê daye balyozê xwe yê li Parîsê Said Musa paşde bikşîne. Wê Cezayîr têkiliyên xwe yên bi Fransayê re di asta maslahaguzar de bimeşîne.

Dîwana qraliyeta Fasê plana Macron ya li jorê hat behskirin, bi nemayekî ji bo qralê Fasê bi sedema 25em saliya ku qral derketibû ser text, ji qral Muhammedê 6em re nivîsandibû, qral Muhammed jî daxuyanî dabû û çareseriya Emmanuel Macron di cîh de dîbû.

Fasê, biryara Macron pêşdeçûnekî girîng dîbû bi taybetî ji ber Fransa endamê Konseya Neteweyên Yekgirtiye.

Bi deh salaye ku doza Sehra Rojava dewam dike, carna di bin serpereştiya POLISARI0 de li hemberê Fas û Morîtanyayê şer dike. Polisario di sala 1976an de dema koloniya Îspanyayê bû û Îspanya dev jê berda, Sehra serxwebûna xwe ragihand lê Fas Sehrayê xist bin desthilata xwe.

Hevdîtinên ji bo çareseriya Sehrayê di bin sîwana NY de dewam dikin. Cezayîr jî destekê dide Polisarioyê.