Sekreterê gistî yê Neteweyên Yekgirtî rapora xwe ya ‘Sehra Rojava’ wê peskes bike
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres wê rapora xwe ya di derbarê Sehra Rojava de ku niha dewleta Fasê li ser axa wan rûniştiye, ji bo Sehrayî çarenûsa xwe tayîn bikin, wê ropara wan pêşkêşî civîna giştî ya NY bike.
Di rapora bi navê ‘Pirsgirêka Sehra Rojava’ de, ji bo çareseriya rewşa li herêmê, ji bo muzakereyên di navbera Fasê û rêxistina Poisarioyê ya Sehrayê dewam bikin û li ser ‘çarenûsa xelkê Sehra Rojava’ yê ye.
Di rapora Sekreter Guterres de tê gotin ku li hinek deverên Sehrayê ku Fas îdare dike, li ser mafê mirovan tişt nehatine nivîsandin ji ber Fasê îznê nedaye ku Komîsyona Mafê Mirovan ya NY bikeve herêmê.
Di raporê de heye ku Konseya Ewlehiyê ya NY, rewşa li Sehra Rojava vekolaye û bang kir:
“Divê xelkê Sehra Rojava karibe çarenûsa xwe tayîn bike, çareseriyekî siyasî ya mayînde û maqûl bêkirin.”
Civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî wê di 10-24ê Êlûnê de bibe.
Di sala 1975an de wexta Îspanya ji Sehra Rojava vekişiya, Fas û Morîstanya Sehrayê xist bin destên xwe û Cezayîr destekê da rêxistina Polisarioyê ya ku serxwebûna Sehrayê dixwaze. Bi salan şer kirin lê niha NY ji sala 1991san heya niha, ketiye navbera her dû terefan da mijar çareser bibe.
Serokê Fransaye Emmanuel Macron bi sedema 25 saliya çûna ser text ya qralê Fasê, jê re nameyekî şandibû û tê de behsa dana mafê otonomiyê ya Sehra Rojava kiribû lê qralê Fasê Muhammedê 6em nama Macron şermezar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin