Sekreterê gistî yê Neteweyên Yekgirtî derba leskerî ya li Gabonê sermezar kir
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, derba leşkerî ya li dewleta Gabonê bi tundî şermezar kir û tevî ku di hilbijartinan de îhlalên mezin hene, ragihandina encamê bi endîşe pêşwazî kir. Guterres, ji bo terefan banga îtîdalê kir û xwest ku teref diyalogeka fireh bimeşînin.
Berdevkiya NY bi nivîskî ragihand ku sekreterê giştî yê NY Guterres pêşdeçûnên li Gabonê ji nêzde dişopîne. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku sekreter bi awayekî tund li hemberê derbeyên leşkerî dertê û NY bi xelkê Gabonê re ye. Divê rêz li serdestiya hûqûqê û mafên mirovan bêgirtin.
Grûbekî leşker îro siba zû televizyona dewletê xist destê xwe û gotin ku ew dest danîne ser desthilatê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin