Cenazeyên 7 kesên li Cezayîrê ji tîna miribûn anîn Rojavayê Kurdistanê

28 July 2024 10:56 0 dîtin
Cenazeyên 7 kesên li Cezayîrê ji tîna miribûn anîn Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hate ragihandina ku cenazeyên 7 welatiyên ku li çolistana Cezayîrê, dema xwestibûn derbasî Ewropayê bibin ji bê avî û xwarinê can dabûn bo malbatên wan hatin vegerandin.

8ê Tîrmehê Komeleya Xews a Lêgerîn û Rizgariyê ya Cezayîrê li herêma Belevbor a çolistanê erebeyek û li kêleka wê 12 cenaze dîtibû.

Komeleyê diyarkiribû ku ev kes ji Sûriyê ne û piraniya wan ji Heleb, Reqa, Şam û Hesekê ne.

Komeleya Xews a Lêgerîn û Rizgariyê dabû xuyakirin ku van kesan dema hewl didan berê xwe bidin Ewropayê ji tîna li çolistana Cezayîrê jiyana xwe ji dest dane.

Heyva Sor a Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku piştî belgekirina navên cenazeyan 7 cenaze ji bo Nexweşxaneya Gel a Tebqayê hatine veguhestin û radestî malbatên wan hatine kirin.