3 kesên ku ji Iraqê vegeriyan Tirkiyê bi gumana Covid-19ê xistin karantînayê

17 March 2020 14:17 0 dîtin
3 kesên ku ji Iraqê vegeriyan Tirkiyê bi gumana Covid-19ê xistin karantînayê

PeyamaKurd- 3 kesên ku bi otobêzê ji Iraqê vegeriyan Tirkiyê, li ser gilîkirina rêwiyekî di heman otobêzê de xistin bin çavdêriyê.

Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, 3 hemwelatiyên Tirkiyê ku li Iraqê wekî karker dixebitin bi rêya otobêzê derbasî nava Tirkiyê bûn. 

Dema her sê kesan xwest bi otobêzê biçin Enqerê, hêzên tendirûstiyê di bin çavdêriya polîsan de, li ser gilîkirina rêwiyekî din ê di otobêzê de li otograra navendî ya Edenê bi gumana bi Covid-19ê kes xistin karantînayê.

Korona vîrûsa nifşê nû (Covid-19) ku cara ewil di berfanbara 2019an de li Wuhan a Çînê derketibû, heya niha li 160 welatan 182 hezar kes enfekte bûne û zêdetirî 7 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ragihandiye, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19 ketine, 34 kes in û heta niha ji wan rewşa 9 kesan baş bûye û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Daxwaz ji wan kesên ku bo mala xwe hatine şandin tê kirin ku heta 14 rojan peywendiyên nêzîkbûnê ligel kesên din nekin.