Erecî: Hebûna artêsa Tirkiyê li Iraqê ne fermî ye, divê vekise

04 March 2025 19:08 0 dîtin
Erecî: Hebûna artêsa Tirkiyê li Iraqê ne fermî ye, divê vekise

PeyamaKurd – Piştî banga Abdullah Ocalan a çekdanîn û hilweşandina PKKê, li Iraqê nîqaşên li ser hebûna hêzên artêşa Tirkiyê ji nû ve dest pê kirin.

Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand ku ji bo hebûna hêzên Tirkiyê yên nava xaka Iraqê ti biryareke fermî nîne.

Erecî, 7ê Sibata 2025an jî di hevpeyvînekê de dabû xuyakirin ku ew dê PKKê ji nav axa Iraqê derxin û xebat li ser wê yekê têne kirin.

Herwiha Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî li ser hebûna xalên artêşa Tirkiyê li nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê got, “Zêdetirî 100 baregehên Tirkiyê li ser axa Iraqê hene. Ev hêz nefermî ye û divê xwe vekişin.”