Rapora Iraqê ya wezareta bergiriyê: Artêsa Tirkiyê 105 km ket nav sînorê me

23 July 2022 22:37 0 dîtin
Rapora Iraqê ya wezareta bergiriyê: Artêsa Tirkiyê 105 km ket nav sînorê me

PeyamaKurd – Parlementoya Iraqê li ser bûyera li Zaxoyê ku Tirkiyê gundê Perex a Zaxoyê topbaran kir û bû sedema kuştina 9 kesan û birîndariya 29 kesan, civiya. Di civînê de serokerkan û wezîrê bergiriyê yên Iraqê hebûn. Parlementerê PDK ê Şervan Duberdanî ragihand ku wezareta bergiriyê li ser operasyonên Tirkiyê ji bo ser herêma Kurdistanê raporekî amade kiriye, rapor di parlementoyê de hatiye xwendin û di raporê de weha gotiye:

“Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 105 km yan ketiye nav axa Iraqê. Artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û li ser sînorê Iraqê ji 100 î zêdetir baregeh daniye. Li ser axa Iraqê ji 4.500 an zêdetir leşkerên Tirkiyê hene. Baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya herî zêde dûr li Başîqa bi ser Mûsilê ye. Alavên artêşa Tirkiyên alavên zirxî, tank, top, helîkopter, sîlihên sivik û giran û gelek cûreyên sîlihên din hene.”

Di rapora wezareta bergiriyê de her weha raporên encama topbarana li gundê Perexê jî hene ku di encama lêpirsînan de hatine amadekirin. Li gor raporê; gundê Perexê bi topên 155 mm hatiye topbarankirin. Di raporê de tê gotin ku divê top li deverên çiya bên bikaranîn û avêtina topê ji nêzî ser sînorê Tirkiyê-Iraqê, ji nav Tirkiyê hatiye avêtin ku dever di bin kontrola artêşa Tirkiyê de ye.

Di raporê de her weha hat gotin ku di navbera Iraq û Tirkiyê de peyaman ewlehiyê tineye.