Wezareta bergiriyê ya Iraqê: Helîkoptera leskerî ket û 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Iraqê ragihand ku helîkopterekî leşkerî ya hêzên hewayî ya Iraqê li başûrê welat li baregeha hewayî ya bi navê El-Kut ketiye.
Di ragihandinê de hat gotin ku helikopter di wexta perwerda firê de bi sedema ariza teknîkî ketiye û her dû pîlot sivik birîndar bûne. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin