Wezareta bergiriyê ya Iraqê: “Derewe ku derbe hatiye kirin”

25 November 2019 22:28 0 dîtin
Wezareta bergiriyê ya Iraqê: “Derewe ku derbe hatiye kirin”

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Iraqê ragihand ku li Iraqê derbe çênebûye û ev xeber derew e. Fermandariya Operasyonan ya hevpar ya bi ser wezareta bergiriyê de, bi awayeka nivîskî peyamekî belav kir û di peyama xwe de ragihand ku malpera Rêxistina li Dijî Terorê ya wezaretê ji aliyê korsanan de hatiye bidestxistin û vê nûçeyê tê de nivîsandine.

Serokê rêxistina têkoşîna bi terorê re Talib Şigati jî peyamekî belav kir û mijarê derew derxist. Şigatî weha got:

“Rêxistina Têkoşîna li Dijî Terorê parastina xakê, milletê û rejîma siyasî ya demokratîk û dewletê bi berdewamî dike.”

Malpera Rêxistina li Dijî Terorê do bi şev di heman demê de, hesabê wê yê twitterê û facebookê hinek kes xistin dest û tê de weha gotin:

“Serokê rêxistina li dijî terorê Şigatî derbeya leşkerî kiriye û Adil Abdulmehdî hatiye girtin.”

Parvekirinên di malper û hesabên din de nêzî 2 siet di destê wan de man.