Wezareta Pêsmerge û wezareta bergiriyê ya Iraqê civîneka bas kirin
PeyamaKurd- Civîna ku wê pêşmerge dagerin herêmên ku arîşe li ser wan hene bi dawî hat. Heyeta Kurdistanê û ya Bexdayê civîna xwe li Hewlêrê kirin. Civîn di navbera wezareta Pêşmerge û wezareta Iraqê ya Bergiriyê, di asta bilind de çêbû. Di civînê de li deverên di çarçoveya maddeya 140 de ku di derveyê rêvebiriya Kurdistanê de ne, hat axaftin. Cîh hatin nîşankirin ku wê Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê li kîjan herêman bên bicîhkirin.
Di mijara civînê de rêvebirê pêşmerge Cemal Emîmkî bo K24 ragihand ku wan ji Xaniqînê heya rojavayê Dîcle, li ser asayîşa wê xetê hemû axifîne. Emînkî got ku li deverên ku arîşe li ser wan hene, wê pêşmerge û artêşa Iraqê ji ewlekariya kîjan herêman berpirsbin destnîşan kirine û wê tesbîta xwe hêjî dewam bikin.
Niha xebat û tesbîtên li ser nexşeyan temam bûne.
Di nava deveren ku li ser wan arîşe hene û di eslê xwe de axa Kurdistanê ne; Mendelî, Xaniqîn, Kerkûk, Tûzxurmatû, Celewla, Zimmar û devera Şengalê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin