Wezareta Pêsmerge: Bi Iraqê re rêkeftin çêbû

28 August 2023 12:37 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Bi Iraqê re rêkeftin çêbû

PeyamaKurd – Li ser avakirina 2 lîwayên hevbeş di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de rêkeftina dawî hat kirin.

Cîgirê Serokerkanê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Sererkan Hosmend Reşîd ragihand, rêkeftina dawî li ser avakirina 2 lîwayên hevbeş hatiye kirin û proseya pêdaçûna lîsteya hevbeş dest pê kiriye.

Sererkan Reşîd diyar kir, wê di nava mehekê de perwerde dest pê bike û got, "Ji ber ku hin dane di nav de nînin, divê lîsteya lîwayên hevpar bê guhertin."

Sererkan Reşîd amaje bi wê yekê jî kir ku mûçeyên karmendên her du lîwayan wê ji budçeya Iraqê were wergirtin.

Cihên lîwayên ku wê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve bên bicîkirin, wê ji aliyê komîsyoneke hevbeş ku ji aliyê Pêşmerge û artêşa Iraqê ve bê avakirin, bên diyarkirin.

Hat zanîn ku hejmara personelên her du lîwayan 7 hezar û 500 kes in û nîvê wan Pêşmerge ne û nîvê din jî leşkerên Iraqê ne.

Biryar bû ev lîwayên navborî ji bo dagirtina valahiya ewlekariya herêmê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de were avakirin. Lê pisporên leşkerî dibêjin ku bi du lîwayan kontrolkirina sînorê ku valahiya ewlehiyê ye zehmet e. Ger ji erkên van tugayan encameke erênî bê girtin wê avakirina tugayên nû bikeve rojevê.