Wezareta Pêsmerge li benda bersiva 8 xalên rêkeftina ligel Iraqê ye

17 February 2020 20:13 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge li benda bersiva 8 xalên rêkeftina ligel Iraqê ye

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda bersiva wezareta berevaniya Iraqê ye bo guftûgoyên derbarê wan 8 xalên ku dane Iraqê.

Hat zanîn ku di civîna dawî ya wezareta Pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê de, şanda Pêşmerge 8 xal bo rêkeftinê dane aliyê Iraqê.

Çav li rê bû ku şandeke wezareta berevaniya Iraqê ji bo guftûgo li ser wan 8 xalan bê kirin serdana Hewlêrê bike, lê ji ber pêşhatên dawî, bi taybet jî xwepêşandanên Iraqê heta niha dema serdana wan a Hewlêrê diyar nebûye.

8 xalên ku Wezareta Pêşmerge dane Wezareta Berevaniya Iraqê ev in:

- Vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

- Pêkanîna operasyonên hevbeş li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê.

- Danûstanên zanyariyên îstixbaratî

- Beşa budceya Pêşmerge di budceya berevaniya Iraqê de.

- Rahênana hêzên Pêşmerge.

- Hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê li hember DAIŞê.

- Kar kirina li gor rêkeftinên berê yên di navbera her du aliyan de.