Wezareta Pêsmerge û Artêsa Iraqê li ser çend xalên girîng li hev kir

13 October 2020 17:26 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge û Artêsa Iraqê li ser çend xalên girîng li hev kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şanda Wezareta Pêşmerge di serdana îro ya Bexdayê de, bi Wezareta Berevaniya Iraqê re li ser çend xalan li hev kir.

Li gorî zanyariyan şanda Wezareta Pêşmerge ku ji endamên komîteya bilind ya hemahengiya serbazî û ewlehiyê pêk hatibû îro li Bexdayê bi berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê re civiya.

Piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin ku li ser 3 xalan herdu aliyan li hev kiriye.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş li ser encama civînê daxuyaniyek belav kir, ku tê de hat gotin, "di vê civîna hevbeş de li ser wan dosyeyên ewlehiyê gotûbêj hat kirin ku ji bo her du aliyan bi dirêjahiya xeta cudaker a hêzên federal û pasevanên sînorê Herêma Kurdistanê girîng in".

Di daxuyaniyê de sê xalan rêkeftin hatiye kirin wiha ne:

Yekem: Vekirina navendeke sereke ya hemahengiya hevbeş a Bexda û Hewlêrê.

Duyem: Pêkanîna lijneya ewlehî û serbazî û meydanî ya hevbeş ji bo nirxandina astengiyên ewlehiyê li gor cihên operasyonê û mîhweran, herwiha amadekirina nexşerêyek ji bo çawaniya mamelekirina ligel wan.

Sêyem: Destpêkirina karê ewlehî û serbazî li Diyale ji bo damezrandina navendeke ewlehiyê ya hevbeş û rêkeftina li ser çawaniya karkirina bazgehan, xalên peywendiyê yên hevbeş, plandanîna ji bo cîbicîkirina operasyonên serbazî û ewlehî yên hevbeş li dijî teror û tawanê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Lijneya Bilind a Ewlehî ya Hemahengiyê ya Wezareta Pêşmerge du sal e hatiye damezrandin û civînên wê yên dewrî hene; carek li Hewlêrê û piştre li Bexdayê.