Wezareta Pêsmergeyên Kurdistanê bersiva Hulusî Akar a înkarkirina 'Kurdistanê' da...
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da ku çend roj berê di daxuyaniyekê de gotibû, "Ne li Tirkiye û ne jî li ti hêremeke din bi navê Kurdistanê erdîgariyek nîne". Wezareta Pêşmerge got: “Gotinên Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ên derbarê înkarkirina Kurdistanê, cihê matmayînê ne.”
Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, “Gotinên Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ên derbarê înkarkirina Kurdistanê, cihê matmayînê ne. Ji bo me cihê pirsê ye kesek di pêgeheke fermî ya dewletê de be rê bide xwe rastiyeke dîrokî, demografî û ciyografî înkar bike ku di rastiyê de baweriya wî bi xwe bi wê înkarê nayê.”
Wezareta Pêşmerge diyar kir: “Ew birêze (Hulusî Akar) bi xwe jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye, ji me re nabêje ka ew devera serdana wê kiriye, ku ye û navê wê çi ye?"
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Eger gumana vî birêzî ji hebûna cografiyaya Kurdistanê heye, bila li belgename û dîroka Osmaniyan binêre, dê jê re diyar bibe Kurdistan heye yan na.”
Wezareta Pêşmerge destnîşan kir “Hizra înkarkirina miletekî û cografiya wî, her dem jêdera pirsgirêk û kêşeyan bû û nagihe ti encamekê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin