Wezareta Navxweyî ya Kurdistanê: Ajokarên motosîkletan rêzikên trafîkê binpê bikin, dê bêne cezakirin
PeyamaKurd – Îro, (25.03.2025), Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ajokarên motosîkletan rêzikên trafîkê binpê dikin, li lambeyên sor ranawestin û berevajî rêyan diçin, bi vî awayî metirsiyê ji bo jiyana xwe û yên din çêdikin.
Her weha hate diyarkirin ku dê lêpirsîna qanûnî li wan ajokaran bê destpêkirin, motosîkletên wan bêne desteserkirin û kompanyayên gihandina yên ku xwe li gorî qanûnan neguncînin jî dê werin cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin