Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, li ser hin mijaran civiya
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin, Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed, ligel tîma hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna hin metirsiyên darayî, civiya.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di civînê de metirsiyên darayî, rûbirûbûna spîkirina diravî û parederkirina terorê civiya û metirsiyên darayî yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku tîm, ji nûnerên Wezareta Navxweyî û 15 saziyên Herêma Kurdistanê pêk tê û erka tîmê, cîbicîkirina siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê ye ku ligel rasperdeya rêxistinên navdewletî yên pispor a di warê ji nehîştina derfetên spîkirina pereyan û şopandina hûr û hişkkirina çavkaniyên fînansekirina terorê de hevtarîb e.
Her wiha hat zanîn ku Wezîrê Karên Navxweyî, spasiya hewilên tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi başî karên xwe bi rê ve dibin û qala hewilên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên pêwendîdar kir ku di çarçoveya siyaseteke zelal de bi salan e li dijî terorê û çavkaniyên dahat û paredarkirinê dikin.
Her wiha li gorî hûrgiliyên daxuyaniyê, di civînê de li ser rasperdeyên navdewletî yên ji bo nirxandina rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê raspard ku her hevahengiyek ligel tîma federal bikin û ew raspardeyên ku pêwîst in li Herêma Kurdistanê cîbicî bikin, piştî guncandina wan li gorî taybetmendiyên saziyan, di zûtirîn demê de bên pêkanîn.
Her wiha hat zanîn ku di civînê de qala projeyasaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo cîbicîkirina yasaya federalî ya rûbirûbûna pere û fînansekirina terorê jî hatiye kirin ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin û ji bo pesendkirinê, ji bo Parlamentoya Kurdistanê hatiye şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin