Wezareta Pêsmerge bo rêkeftina li gel wezareta berevaniya Iraqê 8 xal pêskes kirin

15 February 2020 13:48 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge bo rêkeftina li gel wezareta berevaniya Iraqê 8 xal pêskes kirin

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge 8 xalan ji bo rêkeftinê dide Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û ji bo îmzekirinê jî li benda bersiva wê dimîne.

Li gorî nûçeya K24 ê, Piştî 16ê Cotmeha 2017an, artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqî nikarin rewşa ewlehiyê ya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrol bike û çalakiyên çekdarên DAIŞê li wan navçeyan zêde bûne û sûdê ji valahiya ewlehiyê dibîne û êrîşî hêzên ewlehiyê dike. Wezareta Pêşmerge jî ji bo gihîştina bi rêkeftinê û vegera wê ji wan navçeyan re, li benda Hikûmeta Iraqê ye.

Şêwirmedê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed naveroka wan xalan aşkere kir, ew xal ji hevkariyên ewlehiyê, hewlgîrî, lojistî û rahênankirina hevbeş û herwiha babeta budceya Pêşmerge pêk tên. Ew jî li benda Wezareta Berevaniya ya Iraqê ne, serdana Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge bikin.

Bextiyar Mihemed amaje bi wê jî dike, yek sedemên derengketina îmzakirina rêkeftinê bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, rewşa Iraqê û derketina xwepêşandanan e.

Ji aliyê xwe ve Endamê Komîteya Navçeyên Kurdistanî li Parlemana Kurdistanê Mihyedîn Husên dibêje: Rojane DAIŞ êrîş dike ser navçeyên ku valahiya ewlehiyê di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de heye wek navçeya Xaneqîn, Xurmatû û li derdora bajarê Kerkûkê, hikûmeta bedayê jî naçe bin barê xwe vê pirsê yekalî bike, ev pirs pêwîstiya wê bi fişara hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye, ji bo hêza Pêşmerge vegere an nevçeyan.

Diyar kir jî, ew îsal bi metirsiyeke mezin re rûbirû dibin, ku biryar e serjimêryarî li Iraqê bê kirin, ev yek jî di vê rewşa niha de, ziyanê digihîne navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îradeya Herêma Kurdistanê.