Cenazeyên 2 kesên li Xorasan a Erzeromê di bin asîtê de mabûn hat derxistin
PeyamaKurd - Li navçeya Xorasan a Erzeromê ji ber barîna berfa zêde aşît hat xwar û 2 welatî di bin de man. Cenazeyê herdu welatiyan danê êvarê ji bin aşîtê hat derxistin.
Li navçeya Xorasan a bajarê Erzerom ê Bakurê Kurdistanê, îro 27ê Çile li demjimêr 15:00ê aşît hat xwar û 2 welatiyên bi navên Abdullah Aktaş û Cuneyt Aktaş bin aşîtê de man.
Tîmên rizgarkirinê piştî xebatên çend demjimêran danê êvarê cenazeyê herdu kesên di bin aşîtê de mabûn dîtin û ew bo morga nexweşxaneya Erzeromê hatin veguhestin.
Hat zanîn herdu welatiyên ji ber kêmbûna avê xwestine depoya avê kontrol bikin aşît bi ser wan de hatiye û di bin de mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin