Di 24 saetên dawî de cenazeyên 8 kesên din rakirin nexwesxaneyên li Xezzeyê
PeyamaKurd – Li Şerîda Xezzeyê ku piştî êrîşên artêşa Îsraîlê ku nêzî 16 mehan dewam kir, agirbest hat bidestxistin, termê 8 Filistîniyên din ku 7 ji wan di 24 saetên dawîn de ji bin kavilan hatin derxistin, rakirin nexweşxaneyan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê de hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve rakirin nexweşxaneyan derket 48 hezar û 189an, hejmara birîndaran jî derket 111 hezar û 640î.
Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya 24 saetên dawî de kesekî din canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku li Şerîda Xezzeyê hê jî cenaze di bin xirbeyan de mane û tê gotin ku di nava 24 saetên dawî de cenazeyên 7 kesên din jî ji bin kavilan hatine derxistin.
Serokê ofîsa medyayê ya hikûmetê li Xezzeyê Salame Marouf, di 2ê Sibatê de got ku zêdetirî 14,000 Filistînî di bin xirbeyan de mirin.
Maruf got, "Qirkirina ku Îsraîl li Xezzeyê kir bû sedema mirina zêdeyî 61 hezar û 709 kesan. Cenazeyên 47 hezar û 487 kesan rakirin nexweşxaneyan, cesedê 14 hezar û 222 kesan jî di bin xirbeyan de wenda bûn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin