Îsraîlê 100 balafir rakirin, Hizbullahê 320 mosek avêtin: Qonaxa ewil bidawî bû!
PeyamaKurd – Piştî êrîşa bersivdanê ya şevê din a artêşa Îsraîlê Hizbullaha Lubnanê ragihand ku qonaxa ewil a êrîşên wan ên bo tola Fuad Şukrî bidawî bû.
Hizbulahê ragihand ku wan 320 moşek berdane Îsraîlê û got: “Qonaxa ewil bi alîkariya Xwedê bi awayekî serkeftî temam bû.”
Li gorî daxuyaniya Hizbulahê, bi 320 mûşekên Katyuşa baregehên Îsraîlê yên li Celîle û Girên Colanê kirine hedef.
Sîstema parastina asmanî ya Îsraîlê piraniya moşekên Hizbullahê xistin ku heta niha daxuyaniyek li ser ziyanan nehatiye belavkirin.
Li aliyê din Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî ragihand, wan bi 100 balafiran êrîşî başûrê Lubnanê kiriye û 40 armancên Hizbulahê hatine xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin