Hizbullahê bi dehan mosek avêtin Îsraîlê: Ji artêsa Îsraîlê daxuyanî!

04 August 2024 09:59 0 dîtin
Hizbullahê bi dehan mosek avêtin Îsraîlê: Ji artêsa Îsraîlê daxuyanî!

PeyamaKurd – Heta ragihandin ku şevê din Hizbulaha Lubnanê ji başûrê Lubnanê ve bi dehan moşek avêtin bakurê Îsraîlê ku beşek ji wan moşekan bû sedema şewatê li bakurê Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê li ser barandina moşekan ragihand ku piraniya wan moşekan ji aliyê sîstema berevaniya Îsraîlê ve hatine têkşikandin.

Li aliyê din Hizbulahê jî ragihand, li bakurê Îsraîlê cihê niştecihbûna derveyî yasayan a Beyt Hilel bi dehan moşekên katyuşayê hatiye armackirin.

Hizbulahê daye xuyakirin, êrîşa doh bersiv bû ji Îsraîlê re ku roja berê li du bajarokên başûrê Lubnanê êrîş pêk anîbû.